Melên: bulbul menalêne ke wa gul gulşenî çol kird
Dil aramî nema çi bika? ke aramî dilan royî
Qyamet bo dilan hesta ke çawî mestî wergêra
Meger azurde bû saqî le bezmî meykeşan royî
Be bêbakî demêkî hat û daxî kirdim û royî
Debê halî çi bê bulbul, behar zor pêneçû royî?
Seher mestane hat bulbul be şadî bo tewafî gul
Ke dî bax bêgule, dax bû, be sed ah û fuxan royî
Nîgar hat daye xende, kewte dunya ah û naley min
Behar hat xunçe pişkût, dengî bulbul sû be sû royî
Fîraqim kird le paş to, hîç heyatim pê nema, qurban
Jyanî min ke toy, me’lûme namênim, ke to royî
Be naley dil şîfam nayê dirêx bo merhemî cergim
Le zengî karewan çibkem delîlî karewan royî
Melên: bulbul menalêne ke wa gul gulşenî çol kird
Dil aramî nema çi bika? ke aramî dilan royî