Agir
î ’îşqit le rûhim berbuwe ser ta qedem
Wek neystan her desûtêm matû xamoş bêseda
Çend be naz dêyû deçî serxoşû şoxû şengû mest
Ey gulî nazdar, îlahî, bay xezanit lê neda
Bax debê her gulfiroş bê, yar ke dête pêkenîn
Yan debê ’enber be ba da, ew ke zulfan ba deda
Hîndûyî xalit wenêw baxî cemalit kewtuwe
Baxewan xanexerap bê! boç gulistan ber deda?
Dînû dil sebrû qerarim çote rêgay yek nezer
To bilêy ew şoxe wa sermeste qet bête reda?
Qet nehate destû carê nebwe aramî dilim
Ta qyamet daxî zulfanit le cergî êmeda
Boç birom lê têk denêy rût werdegêrî çawekem
Ke’be keç bû qîble gora, maçêkim lew lêwe de
Le sînemda çi şîrîn dil denalênê be mehzunî
Werin lew şîne gwêbgirin, werin lew şîne gwêbgirin
Le şînû şêwenî neyda
Honrawe: #wefayî