Le bonî zulfî to meftûnim ey gul
Le rengî rûyî to dilxiwênim ey gul
Minî ’aşiq le ’îşqit bê qerarim
Eto wek leylû min mecnûnim ey gul
Were rojê ke dîdarit bibînim
Be dîdarit xerîkî gulçinînim
Lelam bê danîşe be mangû salan
Heta têrit bibînim nazenînim
Were ey dil sûtaw pêkra binalîn
Were perwane tuxwa ba binalîn
Le ’îşqî şagulî re’na binalîn
Le destî yarî bê perwa binalîn
Le bonî zulfî to meftûnim ey gul
Le rengî rûyî to dilxiwênim ey gul
Minî ’aşiq le ’îşqit bê qerarim
Eto wek leylû min mecnûnim ey gul
Honrawe: #babatahîr_hemedanî