Ednan Kerîm

Feslî Gulan

Bi dengê: Ednan Kerîm
Diyalekt: Soranî
213
Hat feslî gulan, bulbulî dêwane le kêye?
Şew royî edî ’aşiqî perwane le kêye?
Tefrem mede bem serwe ke wêney qedî toye
Seruw semenû lenceyî canane le kêye?
Mestim be heway ’enberî dû zulfî syahit
Boyî semenû sunbulû rêhane le kêye?
Dengî defû awazî neyû zemzemî saqî
Mutrîb be fîdat bim rehî meyxane le kêye?
Fermûy be tebesum were wa cejnî wîsale
Bê tewfî herem cejneyî qurbane le kêye?
Hat feslî gulan, bulbulî dêwane le kêye?
Şew royî edî ’aşiqî perwane le kêye?
Tênûm be lebî kewserû saqî keremit bê
Xemzew nîgew badew peymane le kêye?
Way fermû gulim ’ewnî zedey destî nîgare
Em dengû seday nalew giryane le kêye
Hat feslî gulan, bulbulî dêwane le kêye?
Şew royî edî ’aşiqî perwane le kêye?
Honrawe: #’ewnî
Şadndina Deq: Aso Pîrî