Ednan Kerîm

Nûrî Bade

Bi dengê: Ednan Kerîm
Diyalekt: Soranî
290
Be nûrî bade keşfî zulmetî teqwa nekem, çî bikem?!
Be şem’êkî weha çarî şewêkî wa nekem, çî bikem?!
Le xezney dilimda herçî heye, her daxî sewdaye
Desa em neqde derdî ’îşqî pê sewda nekem, çî bikem?!
Demêke şarî pirşorî muhîbbet matû xamoşe
Be qanûnî tecennun şorşê înşa nekem, çî bikem?!
Le ser tom dujmine dinya, qezîyem man’ alcim’e
Ke terkî to nekem, terkî hemû ’alem nekem, çî bikem?!
Becê mawim le yaran, nabecê mawim. ecel, zû be!
Be mirdin lem qisûrî jîne îstî’fa nekem, çî bikem?!
Ewa leyla be rojî heşir eda wadey lîqa mehwî!
Heta qamî qyamet, ahû waweyla nekem, çî bikem?
Honrawe: #mehwî
Şadndina Deq: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd