Ey gyane
Dyarim deyrî ’eşqe, cê be sûtin bê lewê degirim
Ke min miştê çilû çêwim, gyane, be çî bim, kelkî kê degirim!
Oy, ey gyane
Negeyye damenî destî du’a of, ca debme xakî rêy
Of terîqey goşegîrî berdedem, emcare rê degirim
Ey gyana ke dadî ye’sî xomim birde la, em ’arfe tund bû
Of witî axir sibeynê cejne, xwênî to le pê degirim
Of ey gyane le rûsûrî ’îbadet of lamû rûzerdî xecalet mam
Of be nawî sêwî nawim baxewanû min behê degirim
Ey gyane leserxo çûne, şeyda bûne, qur pêwane, sûtane
Of heta mirdin, muhîbbet êşî zore, rîzî lê degirim
Ey gyane çi şoxe agir
im tê berdedatû pêm delê: ya şêx!
Of be xaşakî dewt şu’le, ’esame destî pê degirim
Of ey gyane ke sîney rêşmî bew têxî naze encin encin kird
Of witî: pejmurdeye em lalezare, awî tê degirim of
Of şukir huşyare mehwî, of tê dega dinya xerabate
Of ke bedmestî bika ehlî, xirapey bo çî lê degirim
Honrawe: #mehwî