Ednan Kerîm

Berew Aso

Bi dengê: Ednan Kerîm
Diyalekt: Soranî
299
Sofî goşey xaneqa bûm êste pîrî meykedem
Zahîdî xelwetnişîn bûm êste mestû meyzedem
Serwî azadîş lebarû dilkeşû berze belam
Gyanekem! min şêtû şeyday larû lencey em qedem
Her yekey bo xoy decûlênêtewe hestî derûn
Zerdeper, karwankuje, tarîkû rûnî subhidem
Asmanî sawû deryay mendû tarmayî çya
Sêwî lasûrû behêy zerdû henarî gul bedem
Kê wekû min sardû germî rojgarî çêştuwe?
Ga le deştî germesêrû ga le kwêstanî gedem
Wek şepolî zêy xurem satê hedadanim nîye
Gêj dexom, pêçê dedem, min role kurdî em sedem
Sêberî mergim le pêşdayew berew menzil derom
Naxî gorî tenge cêgam, her til asa bê qedem
Min berew aso berew rûnakî balim girtuwe
Çon berew tarîkî dexşêm, pal we şeytanî dedem
Sofî goşey xaneqa bûm êste pîrî meykedem
Zahîdî xelwetnişîn bûm êste mestû meyzedem
Serwî azadîş lebarû dilkeşû berze belam
Gyanekem! min şêtû şeyday larû lencey em qedem
Honrawe: #hêmin mukiryanî
Şadndina Deq: Aso Pîrî