Qadir Elyasî

Dûrewlatî

Bi dengê: Qadir Elyasî
Diyalekt: Soranî
276
Le em namo wilate kas û gêjim
Çilonim lê radebûrî? çonî bêjim?
Xem û şadîm depirsî ger çilonin!
Emim xemlîwe, termî ew denêjim
Le dûrîy nîştimanî xoşewîstim
Be roj xemnak û şew xwênaw erêjim
Terîdey kurdewarîm boye her dem
Bijêwim meynete û jaraw eçêjim
Ewêstakeş berew xakî wilate
Hemû kat û demê rûgeyî nwêjim
Debê her bêmewe dawênî pakit
Le kurtî ger neda ’umrî dirêjim
Honrawe: enwerxan sultanpena
Zor sipasî mamosta qadrî xoşewîst dekeyn ke deqî em goranîyey bo nardîn.