Ednan Kerîm

Perêşanim

Bi dengê: Ednan Kerîm
Diyalekt: Soranî
1399
Perêşanim min denalênim
Perêşanim min denalênim, firmêskî çawan debarênim
Hemû ’umrî xom leser dana, le tawanit bûm be dêwane
Nazanim çonî bikem çare, dermanî ew dile bîmare
Be bêhûde şêt û hejarim, be derdî dil min giriftarim

Delên mecnûn cewrî kêşawe, le dway leyla rohî danawe
Gulim çit kird çon debê wa bê, dilî mecnûn şêtî leyla bê
Nazanim çonî bikem çare, dermanî ew dile bîmare
Be bêhûde şêt û hejarim, be derdî dil min giriftarim

Dilim şêwa kê bû şêwandî, gulim şemza kê bû şemzandî
Ewe leyla koç deka lêre, nema gulşen xêl berewjêre
Nazanim çonî bikem çare, dermanî ew dile bîmare
Be bêhûde şêt û hejarim, be derdî dil min giriftarim
Şadndina Deq: Aso Pîrî