Tuxwa gyanekem, legel beyan zû
Bimgeyne koşkî berzî arezû
Wek peykerêkî destikirdî xwayî
Bimxere jînî pir dilnyayî
Were ber derge be çawî pir xew
Her be poşakî firîşteyî şew
Henaseyekî bonxoşî lêwan
Biprijêne ser perey gulî jyan
Ba be yek xendey pakî bê girê
Mûçrikê dilim wekû dîl bigrê,
Ta kip ka daxî şewî dirêjim
Ke xurpey dilim bot helderêjim
Honrawe: #’ebdulla_peşêw