
Her dejîmû serbilindim taku rojî mirdinim
Min bepêwe gyan edem qet nakewm bo dujminim
Min leser bistûy jyana konedarim nanewm
Min qelay erkim be topî rûsû ’usman nakewm
Ger be xwênî cergî xom sûrî bikem min dîmenim
Milkeçit nabim debê bimrî be mergit pêkenim
Ger tewawî tarupoy jînim leberyek helbirî
Cergî xomû lawekanim her wekû gurg heldirî
Ger minalû daykû babim to bixeyte naw kilit
Şerte axêkîş nekêşim dax binême ser dilit
Min degel to dujminî kurd her serî cengim heye
Taku serkewtin beşer dêm qesdû ahengim heye
Her dejîmû serbilindim taku rojî mirdinim
Min bepêwe gyan edem qet nakewm bo dujminim
Min leser bistûy jyana konedarim nanewm
Min qelay erkim be topî rûsû ’usman nakewm
Were cellad
Were gyanim hemû let let bike taku bizanî çone îmanim
Eto cellad
Eger derbênî êskanim
Eger bênî leber çawim bikujî gişt ’ezîzanim
Be xakî pakî kurdistan emin kurdim
Qetîş nalêm peşîmanim
Were ey xwênmijî bedkar
Detwanî bîxeye estom gurîsî dar
Ewe şanazîye bo min bewey nakujî îmanim
Ewe serberzîye bo min
Were ey dujminî bêdad
Leber çî mehtelî ey boçî namkujî be zîndûyî
Le gora boçî namnêjî
Qesem bem kotû zincîre
Be herçî dîlû yexsîre
Be awatim be îmanim be peymanim
Be xwênî pakî ew kurde le rêy awatî kujrawe
Qesem bem xake xwênîne
Qesem bem jîne şêwawe
Eger derbênî çawanim
Eger bişkênî êskanim
Be xakî pakî kurdistan
Emin kurdim qetîş nalêm peşîmanim
Qetîş nalêm peşîmanim