Şewanim pire le xemû xeyal
Dil bo dîdarit bû be koy zûxaw
Le dway balaket şînim* zarîye
Şewanim bê xew bêqerarîye
Çirke be çirke şewan bêdarî
Xot fêrit kirdim resmî dildarî
Dawte nîşanim giryanû zarî
Her satê yadit dekem xembarim
Ta sereray merg eda azarim
Firmêsk birîwe* somay çawanim
Bo geranewet her çawerwanim
Çirke be çirke şewan bêdarî
Xot fêrit kirdim resmî dildarî
Dawte nîşanim giryanû zarî
Derdî le derdim êşî le êşim
Meger le xaka desî lê kêşim
Boye hez dekem le dway min bimrî
Daremeytekem be şan helbigrî
Çirke be çirke şewan bêdarî
Xot fêrit kirdim resmî dildarî
Dawte nîşanim giryanû zarî
*= ew dû şwêne dyarîkirawe wêdeçêt «jînim»û «birîwye» bêt ke goranîbêj hele deyxiwênêt yan baş bêjey nakat.