Tahîr Xelîlî

Xasekew

Bi dengê: Tahîr Xelîlî
Diyalekt: Soranî
844
Lêygerên ba bal û perî cwan bika
Lew kele ba bangî refîqan bika
Lêygerî ba dendûkî be berd tîj bika
Xurre bika bangî kur û kîj bika

Xasekewê lew kele* helnîştuwe
Xalî reş û sûrî be cût riştuwe
Rawçî hemûy lew kewe derkewtuwe
Boçî dize? cerdeye? kêy kuştuwe?

Boçî kewîş mafî jyanî nîye?
Heqî kej û kêwî cwanî nîye?
Xawenî ew kêw û keje her kewe
Nezim û nîzamî kej û kêw her bewe

Xasekewê lew kele helnîştuwe
Xal reş û sûrî be cût riştuwe
Rawçî hemûy lew kewe derkewtuwe
Boçî dize? cerdeye? kêy kuştuwe?
Pakî gunahî kewî xoş xettuxal
Jînî be azadî le nêw dirk û dal
Ba’îsî qetlî çîye? bîstûyetî
Jînî be azadîye wîstûyetî
Honrawey meqam: awat
Honrawey beste: seyd kamîl îmamî
*: le honrawey şa’îrda «keje» hatuwe