Brîndarim denalim pir be dîdey xeyalim
Boçî napirsî halim perêşan û evdalim
Hey naye naye naye çarey min û to naye, erê bo naye
Behare xemrewêne dinyay şîrîn şîrîne
Kej û kêwan bibîne birwane çen rengîne
Hey naye naye naye çarey min û to naye, erê bo naye
Derdî min çen girane derdêkî bê dermane
Derûnim pir le jane dilim mekoy xemane
Hey naye naye naye çarey min û to naye, erê bo naye
Biro bibîne yarê ew yarî gul ozarê
Xwên le çawim debarê le dûrî dîdey yarê
Hey naye naye naye çarey min û to naye, erê bo naye
Şewane ew demane le katî berbeyane
Wekû pîrî meyxane dest be piyale û peymane