Kemal Mihemed

Biryarî Çî Bem

Bi dengê: Kemal Mihemed
Diyalekt: Soranî
370
Biryarî çî bem çon xak cê bêlim
Bê xak awarew dêwane wêlim
Etirsim bimirim dax le dilim bê
Xakî xerîbî awû gilim bê
Be bîmarî be diltengî le tarîkî şewî tara
Le xerîbî denalênim le derdû êşû azara
Ax le diley xerîbim
Derbederû bêkesim
Le çwarçêwey xemda mawim

Xozge pêş mergû malawakirdin
Şad debûmewe be dostû dujmin
Ewsa pêm xoş bû mergî hetayî
Nek le dûrulat xemî tenyayî
Be bîmarî be diltengî le tarîkî şewî tara
Le xerîbî denalênim le derdû êşû azara
Ax le diley xerîbim
Derbederû bêkesim
Le çwarçêwey xemda mawim

Seranser dinya nalînû şîne
Tenyaw awarem mawim lem jîne
Ne destî azar yexem ber’eda
Ne baxî jînim çiro der’eka
Be bîmarî be diltengî le tarîkî şewî tara
Le xerîbî denalênim le derdû êşû azara
Ax le diley xerîbim
Derbederû bêkesim
Le çwarçêwey xemda mawim