Mihemed Kemalî

Zulfa

Bi dengê: Mihemed Kemalî
Diyalekt: Soranî
501
Şê’rî «zulfa» le şê’rekanî şa’îr ehmed bazgir
Em şê’re pêşkeş kirawe be kiçêk le awayî berdesûrî nawçey serdeşt.
Em kiçe leser lanke marey dekenû katê gewre debêw be mêrdê ke boyan helbijarduwe razî nabêt salî 1368 be destî napakî her ew kese dekujrêt.

Katêk pencey reşî tawan leser pîtkey çek tirazaw gila alay balay zulfa
Yekem kes daykû bawkî bûn dergayan xiste ser piştû çûne ser cestey nîwegyan!
Dayk le bawik
Bawik le dayk zyatir
Herdû wek yek hebesa bûn
Neyanzanî be kam teqelî hengawe geyştine ew gomî xwêney role cigergoşekeyan aram têyda oqrey girtibû
Le birînekanî zulfawe wek pilûskî kanîye ber malan xwên heldeçû
Belam hêşta reşênkî çawe geşekey detrûskan
Le çawî daykû bawkida firmêskekan qetîs mabûn
Pencey dayk be hastem çû çepke biskî alozkawî qijî zulfay leser rûmetî wela da
Deste zûrekanî bawik xizane ser gonay zerdîw lepranêk le qulpey giryanyan da
Be dem şîwenî germewe çawyan birye çawekanîw dabridabir le bangyan da:
«kîje cwanekeman zulfa!
Kê way lê kirdî? bilê kê?»
Lêwe tenkekanî zulfa gul henarî tawêk lemewber nemabûn
Detgut pelkî gezîzenû bexoretaw çirç* helatûn
Le naw sozî şîwenewe dîsan pirsyar:
«azîze neşmîlaneke zulfa!
Kê way lê kirdî? bilê kê?»
Herçî kirdî deng le gerûyda hebesa
Belam zulfa
Be serincî
Be rwanînî nîgay dedwê:
«babe! babe! ho babegyan!
Mepirse lêm ke wilamî em pirsyare kwa be nîga dedrêtewe!
Ho babegyan! leser yadî le heretî girugalma ke be gulîngey desrazey bêşke jîr debûm
Ke le pişîle bor detoram
Aşt debûmewew zwîr debûm
Leser yadî
Ho babegyan leser yadî êwareyêk
Çon geneşînkey çawtopîw deçête gwêy berxolewe
Çon dalaşî fêrekelak qirj debê le baroke
Çon gurgû çeqelû rêwî xo melas deden bo nêçîr
Ho babegyan!
Ew serdeme em kîjole birîndaret
Berxole bû
Baroke bû
Nêçîrêkî bestezman bû
Ger melay dal
Geneşînke
Melay çeqel
Hate malmanû be şûy dam
Erê daye
Ho dayegyan!
Ew kate bo?
Werxtê wirtewrtî mela korpey le baweş derfandî
Rat nekirde mendîlekey
Bîkeyte dawelî şirî meltarênî naw dêberman!»
Her hêndey sîgarkêşanêk le gişt malîkî naw dêwe jinû kiçû kuranû pyawanî awayî
Le xelfî şûşî xwênawî ew azare ko bûnewe
Mindale qaç tozawîyekan carubare nîgay wêlyan leser firmêskû henîskî daykekanû destexuşkekanî zulfa denîştewe
Carubareş le kelênêkî teskewe gelêk pirsyarî bêdnigyan têkel ew şîngaye dekird
Le naw germey şîwenewe
Dîsan pirsyar, pirsyar, pirsyar:
«kîjole cwanekeman zulfa
Kê way lê kirdî? bilê kê?»
Qurgî zulfa nîxey lê dê
Belam zulfa be serincî
Be rwanînî nîgay dedwê:
«babe! babe! ho babegyan!
Leser yadî hemû salêk
Le dêberekey ber malman cêgay şeqliman xoş dekird?
Bew nîşaney ke pêt dewtim eger emsal tûtnekeman baş renêw bê
Bercêjnane kirasî şermînit bo dekirim
Erê le bîrte babegyan
Çend bêzar bûy le gyakelew le karûşû herçî bijare!
Çunke bijar bêstanekey sîs dekirdîn
Çun gyakele debuwe mêmil le tûtnû neydehêşt berzebala bê
Erê le bîrte babegyan karûş le kwê ba detbînî
Bijar le kwê ba dejaka
ئەێ bo babe?
Ho babegyan!
Nek her be sê mangî hawîn
Sal dwazdey mang
Hemû salê bem rojgare
Em kîjolet
Le des bijar
Le des mile
Balay nedekird
Sîs debû
To netdedî
Le korî destexuşkanda
Em bijareman naw lê nabû
«derdî jinbûn!»
Belî babe! ho babegyan!
Derdî jinbûn! hemû rojê le malewe
Le nêw dêda wek bar denîşte ser lêwim
Debû be tem le çawimdaw zerdî dekird gonay sêwim
Her carey destexuşkêkim be nabedlî be şû dirabê
Le rojî be bûk çûnîda
Lew dîwî taray sûrewe
Awingî esrînim dîwe
Ew esrîne
Wekû xencer
Hestî derûnmî rûşanduwew em kîjolet
Dîsan dilî dekulayewe!
Her carêkî lelay kiçanî çyawe -ew kiçaney kolwaneyan tûr heldawew be rextû çek razawetewe balayan- namey ewînim bo hatbê jyametewe
Belam katêk nemdetwanî bîxwênmewe
Carêkî tir derdî jinbûn wek birînêkî xwêkirdû zarî êşî dekirayewe!»
Dîsan pirsyar, pirsyar, pirsyar!:
«xunçe perperekekim zulfa!
Kê way lê kirdî? bilê kê?»
Emcareyan nîgay zulfa wek fanosî dûkelgirtû
Wekû delqî toz lê nîştû
Wek kwanuwe pişkoy damirdû
Be astem detrûskayewe
Belam hêşta her be serinc
Be rawnînî nîgay dedwê:
«ey polî destexuşkanim
Ey ewaney êşû janî dilî encin encinbûman be gwêçkey yektir aşnaye
Em xuşketan le wilatêk buwe qurbanî
Ke xoşewîstî tawane!
Belam wa êsta zulfatan
Be tawanî xoşnewîstin cêtan dêlê!
Binûsnewe
Bo kiçanî şax binûsin
Ew tawanbarey zulfay kuşt
Beser pirdêkda perîyewe
Çêwbestekey le derdî jinbûn tenra bû
Lêyan pirsin
Ew pirde ta key narûxê?
Ta key ew pirde narûxê?
Zulfa îtir
Dwa serincî be şwên hîç kesa nagerê
Belam em dwanîgayeşî
Bêdeng nîyew herwa dedwê:
«deng debîstim
Dengî karwan
Dengî qafley xoşewîstî
Sa ey polî destexuşkanim
Mijde lêtan
Kawil dekirên ew dilaney dinya leber wan kawle!»
Honrawe: ehmed bazgir
*: le honrawey şa’îrda «req» hatuwe.
Dilnya nîn ke bêjerî em honraweye berêz «mihemedî kemalî»ye yan berêz «kerîm qela», tikaye eger zanyarî tewawtan leserî heye pêmanî bilên.
Zor sipas