Çîmen Rehmanî

Yek Le Hezaran

Bi dengê: Çîmen Rehmanî
Diyalekt: Soranî
194
Felek gorî le bextî min şewanî pir hesarey geş
Dû çawî reş dû zulfî reş be sed ax û be çarey reş
Ledaykibûnî min boçî çiray kujawey malan bû?
Leber çî zehmetî salanî daykî min lebîrit çû?

Be koylekirdinî hestim behaney sunnetî min bû
Be têxî tîj baxî bawer û hîwam be talan çû
Le katê mareyîm naye le katê zor mindalim
Be zor marem deken hey dad wekû mel deşkênin balim
Bizane çît kird le min dunya ke agir
bû be çarey min
Legel gyan û dilim sûta şewanî pir hesarey min

To xot baştir dezanî ke datmalîwim le bûnî xom
Be leş hî tom be hist hî tom be bîrubawerim hî tom
Leber çî demkujî bo?
Xo nîm kemtir le astî to!
Min kiçî tom û xuşkî tom
Emin hawjîn û hawçeşnî tom

Eger melî xeyalî jin reha bibê le zîndanî
Hemû dunya tijî debê le azadî û yeksanî
Le rojewe le asoda xorî min xoy denwênê
Ke dengî kameranî min dilî dunya delerzênî
Honrawe: Kelhur şêrzadî