Yedula Rehmanî

Felay Şarê Xem - Meqam

Bi dengê: Yedula Rehmanî
Diyalekt: Kelhurî
262
Min kurê xem bîm le xem bîm peyda
Xem nafim birî xem nawim nya
Xem çirî lelîm: ey çaresya
Xem xwende le gûşim: tunî çaresya
Çîme şarê xem ciftî ga bestim
Bûde xerwar xem keftîyese destim
Çwarsedî xemew pansed pejare
Min we kûl kîşim sob ta îware

Ciftê xem kirdim we xemînewe
Tuxmê xem şendim we zemînewe
Bîlî lew xeme name banê şan
Awyarî xem kem min we dilû gyan
Wey wey wey felay şarê xem
Her xwem her xwem

Dasî lew xeme min jendimewe
Çepçep lew xeme min kendimewe
Tûrî le xwem bî malî le merdim
Kîşey xemege min temam kerdim
Çanî le xwem bî çanyarî le merdim
Hûley xemegem min temam kirdim
Wey wey we min wey

Şenî le xwem bî şenyarî merdim
Masyey lew xeme cyawe kerdim
Tûrî le xwem bî malî le merdim
Barî lew xeme pey asyaw berdim
Asyawim xem bî aw asyawim xem
Pay asyawegem le xem bî mehkem
Ardê xem birdim wîney kûy zuxal
Barê xem kirdim awirdim we mal

Nanî lew xeme name wer dawan
Riẅ kirdim le riẅ herdey byawan
Xem xurdû xem xew xem to biramî
Her kûre meçim refîqê ramî
Ne çilegîr bîm ne hefte mirdim
Eray xemxiwardin ser gewra kirdim
Yedî, yedî dî bese her to xem neyrî
Xelk gişt xembarin to xewer neyrî
Ay way way way felay şarê xem
Her xwem her xwem her xwem

Honrawe: yedula rehmanî