Nasir Rezazî

Meqamî Şehîd û Bestey Yarim Demêke

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
1295
Bê wilat xom ay derbeder xom
Bilên be bûkî tazey yek şewem ger hate ser ne’şim
Nelê xoy bo weten kuşt û le rêy ’eşqî mina nejya

Dile gyan wezîfem bû le pênawî wilatêka
Erê dile gyan wezîfem bû le pênawî wilatêka serim bexşim
Ke toy perwerde kird bo min le dawênî çya û kejya

Eger xway gewre bexşî be to hetîwê pêy bilê role
Le min firmêskî wîst bawkit le toş dawa bika tole
Le min firmêskî wîst bawkit le toş dawa eka tole

Yarim demêke bê hewal mawe
Wadyare êstaş le min torawe

Ke dête yadim jyanî caran
Xoşî û rabûrdin le say çinaran
Ya pêk noşînî badey dildaran
Eşkit erêjim wek awî baran
Yarim demêke bê hewal mawe
Wadyare êstaş le min torawe

Ke dête yadim bendî tenawî
Ya zulfî reş û egrîcey xawî
Ya kulmî geş û nerim û nyanî
Şêt û şeydame her dem le tawî
Yarim demêke bê hewal mawe
Wadyare êstaş le min torawe

Ke dête yadim şewanî şadî
Katî seyran û xoşî û azadî
Wekû dêwane serim cêmawe
Kêwan depêwim be namuradî
Yarim demêke bê hewal mawe
Wadyare êstaş le min torawe
Honrawey meqam: Goran
Honrawey beste: Medhoş