Mistefa Dadar

Çawit

Bi dengê: Mistefa Dadar
Diyalekt: Soranî
302
Çawit awirî bin kaye
Ciwankelanekem
Ristey besozî ewîn
Wek melî eşq efrîn
Le naxî laney dilta
Berew mêrgî xoşewîstîm balî lêkda
Çawit awirî bin kaye

Kiçê giyane dilim dîl û bê deretane
Pêkirawî birûskey çawane
Tînûy çawî geş û lêwî turit û kulmî sûre
Be awatî çûne jwanî kiçî nûre
Belam heyhat le min dûre

Herçende xawen hest bim
Pêkirawî çawî mest bim
Madam kurd derbedere
Ew rêgayem le bere
Binexşênim be xwênim
Asoy awatî lawan
Minalanî bê tawan

Minêk ke aşiqî mîlletim
Hawdemî sêdare û petim
Min kurdêkî mekoy tasem
Derdî kurdî heldekêşê henasem
Şerte le rêy azadî
Serbestî kurd û şadî
Binexşênim be xwênim
Asoy awatî lawan
Minalanî bê tawan
Honrawe: Hêdî