Fatime dû çawî mestit pir telîsmî ciwanîye
Çawekem dû çawî mestit pir le sîhir û ciwanîye
Pir şerabî xoşewîstî areqî yezdanîye
Bejin û balaket nimûney heykelî yonanîye
Lar û lencet muzîkaye besteye goranîye
Gerçî dildarî lem esrî tazeye efsaneye
Her be tenha bo kurî xawen telar û aneye
Giyanekem emma dilî min lew dile şêtaneye
Bê ewey hîç şik berê kujrawî ew çawaneye
Her be tenha xoşewîstît şik debem ey çawekem
Serwetim nawê bizey to ewperî awatime