Jine ke cîlweyî husnî be îşq eka perwaz
Jine ke quwet exate xeyalî reqsengîz
Jine muwellîdî îşq û jinîşe îşqnewaz
Jine ke tarî rubabî heyat eka tehzîz
Semay wasîyî dil ger le jin bikey xalî
Tecellyatî beday xirûb eka deycûr
Beser semayî tehîda guşad eka balî
Le kewkebî emelit win ebê tebessumî nûr
Jine ke gewherî ser tacî îhtîrame jine
Be nûkî neşterî elmasî îşq û xeram
Xutûtî qudsiyetî hekkirawî qelbî mine
Be sîhrî xarîqî jin pir qirîheme îlham
Le kuncî xatîrema ta jinêkî şox neka
Perî sîfet be pelupoy cemalewe cîlwe
Le kwê le sethî zemîna le sîneyî feleka
Ebête menbeyî şî’irim bedayiyî eşya?