Mistefa Dadar

Minalekan

Bi dengê: Mistefa Dadar
Diyalekt: Soranî
350
Lê lê minalekan
Ey yaxîye jîntalekan
Lo lo minalekan
Ey birsîye jîntalekan
Desgîranim kotrêkî Diyarbekir e
Hezî le çiya û qaspey kew û rengî befre

Bo gwastinewey zincîrey çiyam qef qef birî
Rojmêrim per per dirî
Pesaportim awat û zerdexene bû

Ke le dergay sinûrim da
Lebatî maç
Maçî germî desgîranim
Tifî zerdî postal reşêk
Hat swaxî da nawçewanim

Lê lê minalekan
Ey yaxîye jîntalekan
Lo lo minalekan
Ey birsîye jîntalekan
Şew le xewma rêbwarêk bûm
Bo baregay Yutan* deçûm
Ke derwazekey qûtî dam
Sipîm bînî, alay hebû
Reşim bînî, alay hebû
Herçîm bînî alay hebû

Qîjandiyan:
Bo derewe ey bê ala
Bo derewe ey bê wilat
Minîş gutim:
Meqîjênin
Ke çûmewe
Em çîroke bo mindalan degêrmewe

Honrawe: Ebdulla Peşêw
* Yutan(1909-1974) sikirtêrîya giştîya neteweyên yekbûyî li 1962-1971a zayînî