Em rojî salî tazeye newroze hatewe
Cêjnêkî konî kurde bexoşî û behatewe
Newroz bû agirêkî wehay xiste cergewe
Lawan be eşq deçûn be berew pîrî mergewe
Em rojî salî tazeye newroze hatewe
Cêjnêkî konî kurde bexoşî û behatewe
Wa roj helat le bendenî berzî wilatewe
Xwênî şehîde rengî şefeq şewq edatewe
Em rojî salî tazeye newroze hatewe
Cêjnêkî konî kurde bexoşî û behatewe
Ew renge sûre bû ke le asoy bilindî kurd
Mijdey beyanî bo gelî dûr û nizîk debird
Em rojî salî tazeye newroze hatewe
Cêjnêkî konî kurde bexoşî û behatewe