Hesen Zîrek

Saz Bin Ba Biçîne Dawetê

Bi dengê: Hesen Zîrek
Diyalekt: Soranî
281
Xalê leser sîngîye le hîçkes me’lûm nîye
Gird û minewer û cwane nîw lîrey pehlewîye
Malyan le goşey sablaxe le kin çira berqîye
Swêndit bo bixom bew qur’ane cwanî wek yarim nîye
Çende cwane çend mehbûbe xuşke çikoley husnîye
Saz bin ba biçîn bo dawetê dawet germe û xomane
Şayî û gowendî wa xoşe gelê leber dilane

Boxom dûrim naygemê kes nîye wilamey demê
Kes nîye wilamey demê kes nîye wilamey demê
Cûtê ebroy peywestin kewtûne jêr perçemê
Sebir û hoşî lê birîwim xistûmye behrî xemê
Sûçî ’ebaket lade dey mang derdeçê le temê
Saz bin ba biçîn bo dawetê dawet germe û xomane
Şayî û gowendî wa xoşe yekcar leber dilane

Nerim û nol û gird û mird daway dû maçim lê kird
Kulmey sêwî lasûre têydaye xalî wird wird
De rebî malim wêran bê min kifrî wam boçî kird
Awrî le min berdawe yarim gileyî le min kird
Saz bin ba biçîn bo dawetê dawet xoşe û xomane
Şayî û gowendî wa cwane gelê leber dilane

Se’at le heşt û hewt dîtim û çawim pêy kewt
Girtim be zulfîmda kird ’etrî heftad û hewt
Ey girtim dû maçim lê send daykî zanî û rêm kewt
Xuda bewe ruhmî kird sersimêkî da û kewt
Ger bihatba û nekewtiba sed darim wê dekewt
Saz bin ba biçîn bo dawetê dawet xoşe û xomane
Şayî û gowendî wa cwane gelê leber dilane

Nebû bilêy carê dabnîşîn tozê bikeyn ra û tegbîr
Nebû carê bilêy danîşîn tozê bikeyn ra û tegbîr
Sed nehlet bê lew haletem des le memkan dekem gîr
Ca çî bû malê babim eto cihêl û emin pîr
Saz bin ba biçîn bo dawetê dawet xoşe û xomane
Şayî û gowendî wa cwane gelê leser dilane

De biro le min heram bî her wek şerab le şêxan
Hîç qewlî rastit nîye xeyrî diro û tefredan
Eger qewlim dedeyey berastî were kewan
Dena bew le’nete bî ke xuda kirdî le şeytan
Ruhmî xudat le dil nîye kafrî bê dîn û îman
Saz be ba biçîn bo dawetê dawet germe û xomane
Şayî û gowendî wa xoşe gelê leber dilane