Bê wefayî tom be roja sed keret bîr dêtewe
Boye zamî dil hemû dem dête swê û dekulêtewe
Lêy gerê ba bê û bisûtê dil be şem’î rûmetit
Ew pepûle bêzmane ta be key buxlêtewe?
Pir teme daxî giranim newbeharî jînekem
Kê delî befrî nisarî ew keje detwêtewe?
Jînekem aloze wêney maşerêkî des minal
Giş girêpûçkey jiyanim her be to dekirêtewe
Honrawe: Hêmin