Çengîz Sîgarçî

Çend Detirsim

Bi dengê: Çengîz Sîgarçî
Diyalekt: Soranî
315
Çend detirsim!
Çend detirsim
Ke dêmewe
Hewalêkî talit pê bê
Çend detirsim
Ke baweşit pêda bikem
Bonî namoyekit lî bê
Çend detirsim ke dêmewe
Giramerî zimanî çaw
Rênûsî hêmat gorabê
Çend detirsim
Piley germî pencekanit
Wek becêmhêşt wa nemabê
Lemeş ziyatir
Çend detirsim
Çend detirsim, kesim, hawrêm
Ke dêmewe
To wek xot bît, min gora bim!

Honrawe: Peşêw