Çengîz Sîgarçî

Mîwanî Şew

Bi dengê: Çengîz Sîgarçî
Diyalekt: Soranî
310
Çi xoşe zulfekanit tarî min bê
Le wextî bê kesîda yarî min bê
Le katî helmijînî bonî kulimit
Bize û xende û mijet hawkarî min bê
Çi xoşe dû xetî ser lêwî alit
Şewê mîwanî dil xembarî min bê
Çi xoşe katî jwanî şew legel to
Çiray gonat şemî şewgarî min bê
Çi xoşe şewrnî bêstanî sînet
Le pêdeşt û çem û rûbarî min bê
Çi xoşe dîdekey mestî xumarit
Esîrî dîdekey bê ’arî min bê
Çi xoşe ew demey şewnim debarê
Ewîn çetir û henase û darî min bê
Çi xoşe sergulî pêdeştî lacang
Le naw baxî jyan dildarî min bê