Celal Melekşa

Yadewerî

Bi dengê: Celal Melekşa
Diyalekt: Soranî
537
Şeket, mandû
Birîndar û lexwên‌gewzaw
Belam serberz û serkewtû
Geyştîne em heware
Rêgayekî dûrudrêjman birîwe
Hengaw be hengawî rêga
Şetlî gyan û şikofey xwênî şehîde û
Le sahey şorişda çindirawe
Be eşkî geş aw dirawe
Mêjûyekî pirkaresat
Her wereqê tejî le esrîn û zûxaw
Be qelemî ewîndarêkî nûsrawe
Gelo sûkî lê merwanin
Beha û qedrî em çyane
Herzan nîye
Zor girane
Derya, derya, xwêne!
Gyane
Le qûltirîn xerendî mêjuwewe werê kewtîn
Awrêk bo dwa bidenewe
Ew rêgaye
Be kelak û kasey serman dapoşrawe
Le her şeqawêka gorî şehîdêke
Em xake ger heldenewe
Kogay pirç û biskî xaw û çawî cwan û lêwî al û
Balay ’er’erî nazdarî tya nêjrawe
Em karwane,
Darî xem û xwên û îman û amance
Zor car kewtîn
Zor car berd û tawêran gele komeyan lê kirdîn
Hestaynewe û her nemirdîn
Dîsan berew lutkey amanc helkişayn
Merg neytiwanî rêgay jyanman pê bigrê
Pileple termî xoman ser yek dana û
Be qadirmey cestey xomanda ser kewtîn.
Rêga, rêge
Çi rêgayekî asteng bû
Asman qelemrewî dal û
Zewî ’ersey mar û dûpişk
Lay xwarûman xerendêkî qûl û hezarbehezar û
Lay serûman helemût û
Çwar tenîştiman agir û asin
Bo pirûz û çeqewrî sûtmanî goşt û êsqan bû
Le em qonax bo ew qonax
Sedan car kewtîn û hestaynewe
Mindal galtey be merg ekird
Le sêberî reşî merga
Pilanî jînman daderişt
Herzantirîn kala, gyan bû
Mêjû delê, min nanûsim
Kurd bo jyan be naw dilî merga deçû
Enfal, helebce, badînan
Kaylew kuçkereşî sine û
Çwarçiray mehabad û şeqamekanî qamîşlî
Zîre û hawarî germyan şayetmanin
Mêjû delê, min nanûsim