Celal Melekşa

Êwarey Xerîbistan

Bi dengê: Celal Melekşa
Diyalekt: Soranî
398
Êwaran xem dêt û le derke deda, le pencerewe heldêm.
Derom xom le nêw şûşey badeda bişarmewe!
Keçî debînim xem pêş le min leser kursîy beramberim danîştuwe û çemeraye!
Dest le milim deka û delê:
Dilnya be, min wek şadî bê wefa nîm!
Herle yekem rojî jyantewe
Legeltida bûme û heta dwaroj be cêt nahêlim!
Heldestê û ro deçête nêw şûşey badekewe.
Deyxomewe û tik tik
Le çawekanmewe dadeçorê û dîsan degerêtewe lam û beramberim dadenîşê.
Êwaran dilim pir xurpetir û çikoletir
Le dilî peresêlke koçerîyekane.
Êwaran şeqame qerebalxekanî hewlêr pirn le tenyayî û "meçko"ş tejî le rya û qisey pişte mileye?
Êwaran
Nazanim bo kame şwên ser helbigrim, nextê lem xerîbistane dûrim bikatewe!
Meyxanekanîş
Lêwanlêwî xem û firmêskin.

Êwaran
Hemû xerîbekan dên û
Le beramber şêxî badeda pirç û qijî xeme dirêj û pirş û bilawekanyan dekenewe û
Kûrey zîkirêkî pir le cezim hal debsitin.
Êwaran,
Swarî espêkî tîjpa debim û
Be qaçaxerêyekana le sinûre destikirdekan deperêmewe
Le pir baweş be xoşewîstekanmida dekem û pirmey giryan ber bîngim lê degrê.
Eger "îsma’îl berzencî" cilewey espeke negrê û dengim neda.... ax!
ax îsma’îl berzencî!..
espeke sil deka û demgilênê û debînim:
Le baxçey meyxaneyekda danîştûm û geyştûme sinûrî dwa pêk.

Êwaran
Nazanim boçî her êwaran
Şa’îr û ’aşiq û dêwane
Oqreyan lêdebrê
Dinyayan lê debê be pêste çoleke û
Hez deken le xoyan yaxî bin
Berew rûy gerdûn û gişt cîhan rapern!
Debin be agir û
Bilêseyan koleke debestê
Her boye êwaran
Xoyan be meyxane degeyênin
Ke be mey kul û koy derûnyan xamoş ken!
Belam mey, wekû neft
Agireke xoş dekat!
Êwaran,
Wekû mar
Dirkezê xefet û pejarey xerîbî
Kajim pê dexat û
Camey pir firîwî rojane tûr dedem!
Debmewe xudî xom
Celalî melekşay
Rût û qût
Dilekem dexeme ser lep û
Le jêr tîşkî çilçiray badeda
Hemû kes dembînê
Çonawçon desûtêm!
Ax dildare dûrekem!
Ey jine xemnake dwazde sal bêwekem!
Min heloy yaxî bûy kwêstanim
Haka lem rojana, gulleyek
Dile pir janekem wêran kat
Ezanim be cêgey sersîngî nermî to
Be gulley tifengêkî tîrorîst
Çîmentoy şeqamî em şare
Debê be serînim
Tu xwakey pêş lewey
Xakî em wilate xembare qûtim da
Her carê...
Were
Nêw
Xewnêkî alozim!