Erê ca be xom dûrim naygemê
Kes nîye wilamey demê
Sebir û hoşî lê birîwim kewtûme behrî xemê
Dû biroy reşî hîlalî kewtûne jêr perçemê
Sûçî çadreket lade mang bête der le temê
Erê hem narince û hem sêwe hawar ya şêxî kirêwe
Xem û meraqî yarê îşkî kirdûm bepêwe
Yaxuda nebarê baran taqe gulekem be rêwe
Daykî memkî dawetê kwa wek emnî dil pêwe
Erê qed bilîndey xasekewê nehlet lew dilem nasrewê
Xo girûy girtuwe çî dewê awedan bê hengewê
Herçî weder dekewê barîkey şil û şewê
Şil debestê piştênê lêm heram deka xewê
??? takû mawe danîşê ser be hewê
Eger nezer ??? ba desim bew xalet kewê
Şertim kirduwe û deyhênim nemênê nanî şewê
Erê sed maşela çend cwanî
Serim bête sergerdanî
Ew rohem bê be qurbanî
Serî pencem berhelbê bo nêwanî memkanî
Yaxuda lêy mimbarek bê çîmenî kurdistanî
Piştêndekey şil buwewe loyê kewte ser ranî
Erê le sablaxê berêwem menzilim çote lacanê
Menzilêkim nexedeye yekem postî celdîyanê
Lewêray leser gêrim heta serî meydanê
Awrêk le cergim berbuwe bo balay neşmîlanê
Lêrera silawit lê bikem babî*??? rostem çawciwanê
Erê xewsî mal le bexdaye hawar ya melay kejên*???
Lankî xutkarî dewê debê serbexo rajên*???
Cûtêk şemamey rengîn le min heldênê jengê
Leser balay çawciwanê ba lêmden be tifengê
Erê bane û sablax û *??? gwê le bendim ragre
Gerdinit delêy dartele
Hezretî adem bênî bebê to wicax kwêre
Feqîrim bê dayk û bab maçêkit bo min xêre
Be qurbanî ew çawet girde *???
Erê xasekewê cozerdan naxoşe dest lêk berdan
Qetit rastî pê negutim her diro bû û tefredan
Eger qewlim dedeyey rastewrast were meydan
Dena bew nehlete bî ke xuda kirdî le şeytan
Şeqet le kulmey bênim *???
Dwêneke yarî min bû qewlî dawe be çendan
*??? beser gêrim legel nezmî şêxekan
Erê şêxî şemzînan hawar xewsî mal le bexdaye
Çi derdêke tûşî bûm derdêkî bê dewaye
Serî xom helgirt royîm bo kêw û bo sehraye
Ca leber ew bejney demirim wek xelfî bê gelaye
Kulmey sêwî lasûre le baxî *???
Emnîş wekû mecnûnî sûtawim bo leylaye
Erê çend çawerwanî leylêm ’ecayb boçî nehat
Yarebî xudaye xêr key ew rencem nedey be bad
Be maçêkî herzane qeraxan*??? we hacî abad
Şerte ewro mîwane nayelim sê roj birwat
Eger kurtê bête der ’alem delê roj helat
Leber ew çawey demirim gera wek sanyey se’at
Sîngî *??? awa debê teşkîlat
Erê awedan bê ew gunde ew tîrey bo le min da
Çawciwaney dem be xende
Dinya bebê kemalit zîndan û kot û bende
Bequrbanî çawêkî *??? we bende
Erê hem narince û hem bêye
Qetare zêr le kwêye karî mexsûsim pêye
Pyaw le maçî têr nabê denke denkey durêye*???
Sebaret be balay to awedan bê ew cêye
Erê awedan bê ew xware *???
*??? dayme ’aşiq û xembare
Babî zîndanî kirdo dewrî sîmî xardare
Nawêrê bête jwanê post û qerawil dyare