Erê ca nexoşim derdedarim derdekem bê dermane
Yaxuda bedkar rûsya bê bo xatrî şêx mewlana
Sablaxim be dem firot bo gwarey ew çawciwane
Ke be şemal bom lêda rabjê wekû colane
Erê yarekem melazadeye malyan cîranî meye
Nerme delêy lokeye
Giryam û paramewe demkut maçêkim deye
Ca delê hetîwe debro deşkê desniwêjim heye
Desmalekey naylone piştêndekey celseye
Erê ca nexoşim derdedarim tebim geywete çilî
Hemû tesdîqî bo biken destî bo biden le milî
Piştêndî destey hewrî deybestê be şil û milî
Şêt û şeyday kirdûm ew dû çawî be kilî
Erê yarekem melazadeye malyan cîranî meye
Nerme delêy lokeye
Giryam û paramewe demkut maçêkim deye
Ca delê hetîwe debro deşkê desniwêjim heye
Desmalekey naylone piştêndekey celseye
Erê awedan bê bêloke gyanî nerme wek loke
*???
Gêlas nîye belaloke
Sê xeşabî lesere xu muselselî sebuke
Me’lûme maçêkim datê zyarete û teberûke
Çawim be balay kewto şêt bûm bebê cindoke
Erê yarekem melazadeye malyan cîranî meye
Nerme delêy lokeye
Giryam û paramewe demkut maçêkim deye
Ca delê hetîwe debro deşkê desniwêjim heye
Desmalekey naylone piştêndekey celseye
Erê ca deber ew bejney demirim helçuwe wekû minare
Xizmîne lomem meken tazem girto ew yare
Bimkujin bimsûtênin deshelgîr nîm lew kare
Yaxuda agadarî bê şêxe sûrî le byare
Erê ca henare û sêwe zêwe şêxî ew nêwe nêwe
*??? gul be pêwe
Maç kem xalî ew lêwe lêm bote aşî kirêwe
Daykî memkî dawetê kwa wek emnî dil pêwe
Erê yarekem melazadeye malyan cîranî meye
Nerme delêy lokeye
Giryam û paramewe demkut maçêkim deye
Ca delê hetîwe debro deşkê desniwêjim heye
Desmalekey naylone piştêndekey celseye
*???= ew beşaneman bo sax nebotewe, tikaye eger deyzanin le beşî "raportî hele" bomanî binûsin
Sipas