Bendî cerg û dil hêzî henawim
Rîhaney bonxoş sûregulekem
Awpirişkêney kulî dilekem
Çolemey estom regî heyatim
Hengiwîn û qend û nuqil û nebatim
Xewî xêrit bê binû direnge
Ta kelebabî berî beyanî bêdenge
Hey laye laye role lay laye
Ewşo bezeyît be minda naye
Jîr bewe roley jîr û cwanim
Le daxî lank degrî dezanim
Delêy bo hepsim bo destebestim
Bew bend û hepse min ceste xestem
Lenêw kurd nebê desraze nîye
Ew bend û qufle û qeraze çîye?
Kurim min bîrim le to zyatre
Desraze û lank bitbê çatre
Hey laye laye role lay laye
Gwê bigre pêt bilêm leber çî waye
Raste to netewey şêrî jyanî
Netewey pakî gelî kurdanî
Belam çunke kurd ewro bêkese
Beşyan le dinya kot û mehbese
Boye detpêçim ta xûy pê bigrî
Nek takû mawim le benda bimrî
Bo çarereşît nemawe tînim
Her pêm xoş nîye mergit bibînim
Hey laye laye role lay laye
Hezar têbînî dwarojim laye
Bot bext dekem ’umrî dirêjim
Set tal û swêrît leser deçêjim
Nemamî balat be firmêskî çaw
Şew û nîweşew lêy denêm şewaw
Set çak û pîrit bo dexulêmewe
Le bin sêbertida bihesêmewe
Hey laye laye role lay laye
Ewşo bezeyît be minda naye
Desraze: ew pete paney be benî rengawreng wek kejû deyhonnewe bo bestinewey dest û laqî mindal le lankeda.
Qeraze: zincîrî şit bestin.
Honrawe: hejar