Mihemed Mamlê

Laye Laye

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
430
Role rûnakî gilêney çawim
Bendî cerg û dil hêzî henawim
Rîhaney bonxoş sûregulekem
Awpirişkêney kulî dilekem
Çolemey estom regî heyatim
Hengwîn û qend û nuqil û nebatim
Xewî xêrit bê de binû direnge
Ta kelebabey beyan bêdenge
Ey laye laye role lay laye
Ewşo bezeyît be minda naye

Jîr bewe roley jîr û ciwanim
Le daxî lanik degrî dezanim
Delêy bo hebsim bo destebestem
Bew bend û hebse min ceste xestem
Le nêw kurd nebê desraze nîye
Ew bend û qufil û qeraze nîye?
Role min bîrim le to ziyatire
Desraze û lanik bitbê çatire
Ey laye laye role lay laye
Mat be pêt bilêm leber çî waye

Boye detpêçim ta xûy pê bigrî
Nek ta min mawim le bendida bimrî
Raste netewey şêrî jiyanî
Netewey pakî gelî kurdanî
Belam çunkû kurd ewro bêkese
Beşyan le dinya kot û mehbese
Bo çarereşît nemawe jînim
Qet pêm xoş nîye mergit bibînim
Ey laye laye role lay laye
Hezar têbînî dwarojim le laye

Sed çak û pîrit bo dexulêmewe
Leber sêberit bihesêmewe
Bot bext dekem omrî dirêjim
Sed talî û swêrît leser deçêjim
Nemamî balat be firmêskî çaw
Şew û nîweşew lêy denêm şewaw
Her pêgeyiştî dujminî zalim
Detbirê û bezey naye be halim
Ey laye laye role lay laye
Hey xakweser xom rencim be baye

Ewkate degel kakit dû be dû
Biken hawarî heqî le dest çû
Des denêw dest nên be raw tegbîr
Yektan be qelem yektan be şimşîr
Ax kurim pêt xoşe esîr nemênî
Serbest pêt bilêm bikewe şwênî
Qelem dest deye bibe mektebî
Wext û bêwext le xwêndin nebî

Helbestvan: Hejar Mukiryanî