Nûrî Barîkeyî

Laye Laye

Bi dengê: Nûrî Barîkeyî
Diyalekt: Soranî
312
Role etirsim rojêkî waş bêt
Xem û goranî we to nasaz bêt
Du’ay derdê dil minîş le lat bêt
Dey ca min çonim toyş wa wefat bêt
Çunke axo xomîş le xelka dyar bûm
Legel qewmekey kurda xizmetkar bûm
Le desî dujmin qet neparîto
Le şerî kurda xot neşarîto
Çunke azarî kurdistaneket
Ewête gulle û çekî şaneket
Boxot gum meke nawnîşaneket
De lay lay

To le bêşkey darî*??? le dartû
Sengerit xoşe *??? we darberû
Dar tû namênê û esûtê û erwat
Belam darberû her rîşe edat
Rîşe da’eda *??? le ’erz
Le zewî naşê *??? berz
De lay de lay de lay... lay lay

Ax role eger ezanît xew û xeyal û kurdistaneket
Meyşare le xot nîştimaneket
Meyfiroşe nakes birnew şaneket
Le anî towa deng çek namênêt
Belam qelem dê qeder sênêt
Xwezîme ew kese dayme bixiwênêt
Qelem le pence û çaw îşaret
Qaqez namênê bêjî sebarit
Basî kempîwter ya we înternêt
New’êkî tir tê ewîş namênêt
Radîwşiman edî we sîm karî ekird
Radyoy zêrman dî xoy pê dyarî kird
Tescîlatman dî şirîtî pê bû
Herkê bangî ekird lewê gwêy lê bû
Îse ezanî xelk be xebere
Norey înternêt yan kempîwtere
Her kamî bo to hate pêşwazit
Du’a ke lay xwa neşêwê nazit
De lay de lay... lay

Her carê rojê kewte ber çawit
Ba lenaw xelka gum newê nawit
Ne bêşerefî û nekîş nezanî
Bo new’ê biro bê peşîmanî
Ya qewmî kurd be û ya şehîdanit
Ya qewmî başt bête serdanit
Rêy bêşerefî qet negrîte pêş
Newîte lêlaw lebo qewm û xwêş
Lêlaw qet mewe lebo qewmanit
Ba çawyan lêt bê wîst û mekanit*???
Legel qewmî kurd biro rast biro
Eger xemyan xward xemyan bo bixo
Eger xwênyan rişt toyş xwên birêje
Qisey başyan kird toş wek baş bêje
Er xelkyan nêja beşdarî bike
Legel qewmeket xot dyarî bike
Ew kate basî tifeng namênêt
Bes we şerî serd xelk xwên erjênêt
Ew roje şerî qelem karîye
Xozîme ew kese cêgey dyarîye
Role eger lay layem kird be awazit
*??? nek bangewazit
Ba xom bizanim cêy serferazit
Role şewaney le roj nexewî
Ta mawî we şwên pare nekewî
Pare kesêke malit ermênêt
Qewmit lê ewa û balit eşkênêt
Pare kesêke û pêy da’emênît
Hesawî nakey têyda emênît
Ta mawî şwênî pare nekewî
Şewan er xewtî rojan nexewî
Çun xewî rojan le karit ekat
Tewezil temel bê barit ekat
Şew wextê bixewe rêge dyarî bêt
Nek le malê bî şîn û zarî bêt
Lêl qewmî biro legelta mawê
To lêlya çonî ewîş awa wê
Er napyawî kird napyawî nekeyt
Qewm û xêşêtî qet lebîr nebeyt
Er pyawetî kird pyawetî bikeyt
Ew xoşî çon bû wa lêlya biroyt
Role eger xemxiwarî xemî dawe to
Legel qewmanit neroy we diro
Pare kesêke û to elawênêt
Eger rojê bê ewîş nemênêt
Gîfanî çolit lêt da’emênêt
Ewend paret bê xelk pêt bitnasê*???
Lêl xelka wek her basêk*???
Bergî feqîrî bipoşe le ber
Lêl pyawî derço bo sefer
Seyare û mal û qesir û qisûrit
Le des der’ekat cwanî û nûrit
Çunke wat lê dêt pare hesaw key
Pişt le qewm û xêş xotî bednaw key
Pare kesê nîye ke lêto dyar bêt
Pare çekoş bê û desîş bizmar bêt
Belam pare lêlya biroyt karê pêy ekat
Qewm û bira û xwêş lebîrit debat
Role le dinya to xot rêrewî
Ta mawî we şwên pare nekewî
Xom çonim de toyş awa be awa
Ewey parey bê çon êjin pyawe
Çon leser pare jenge û namênêt
Pare çilk dese û xoy da’erwênêt*???
Legel kesê biro pareperist nebû
Hezî lêla bika we roj û we şew
Legel dar we des ta mayte neroyt
Ew dare ha pêy ew dare exoyt
Lewey metirse ke darî pêye
Belam bînase û kêye û xelk kwêye
Legelya neroy ke kutek we des
Ewe minafqe û pêy bêje nakes
Lêl kesê biro xot awa bê
Nawî dunyayî her le nawa bê
Serî serberzî her le naw pyawa bê
De lay de lay de lay lay lay

*???= ew wişaneman bo rûn nebotewe, tikaye eger deyzanin bomanî binûsin
Sipas