Çengîz Sîgarçî

Xeyalî Hewr

Bi dengê: Çengîz Sîgarçî
Diyalekt: Soranî
290
Çende xawe hewr xeyalî tek hetaw de’wa eka
Xor be tîşkêkî tenanet hewrî reş rîswa eka
Dê be tawan maçî gul sûr wişk eka rûbar belam
Ew le deştî qaqrisitan bo dirk do’a eka
Basî baxê tir bika perwane murted der’eçê
Çon le ayîn şewperestan ceng û şer tek xwa eka
Zor beqedir û qîmete mirdû le lay ew boye her
Dê be hokmêkî qelî reş mergî şîn îmza eka
Destî qel sûre be xwênî aştî û ’işq û ewîn
Wa leser canmazî xwênîn nwêjî şer berpa eka
Dê şirîxey şax û şar û şi’ir û şimşal û şepol
Agirî tole be seryan axrî her da’eka
Destibeser ken ger hetawu çem le sêdare biden
Her le nêw baxî dilî me dar berû bala eka
Ger şeqey balî heloyan bête gwê dîsanewe
Çen çeqel demrê leser tirs û sed qelî reş ra eka