Ewîn ey newnemamî baxî jînim
Hewr naga be nalîn û birînim
Dilim bote hewarî namoradan
Mero mekulênewe çîdî birînim
Dekem yadit heta rojê demênim
Demênim ger le yadîşt nemênim
Dilî xomim lebo kirdûye lank
Xeyalî to lewêda radejênim
Şewêkî reş bû wek rûy dujminanim
Ke to royştî ey aramî gyanim
Pepûlêkim le dewrî şem desûtêm
Dezanim awrî girto nîhanim
Leser rû lade rûbendit de tawê
Hewr laçê deba roj bête sawê
Gir û tînim le tarîkayî nawê
Ruwawim çun leser rîşey hetawê
’ezîzim taqî ebrot heltekêne
Bizey şîrîn le lêwit helwerêne
Be zerdexendeyek ey xoşewîstim
Binaxey jyanî jînim helweşêne
Emin nemzanî kake qedrî lawî
Eto qedrî bizane takû mawî
Berastî lawetî ça serwetêke
Ke pîr bûy axrî demrî le tawî
Honrawe: resul reş ehmedî (helweda)