Rûxa hewarî dwênêy dildarî
Nema henasey yad û yadgarî
Be destit şikand ew bite cwane
Direng bû zanît hele bûyt gyane
Ay le min way le min şikawe balim
Ferhad’asame û peşêwe halim
To çonit twanî dil bebrînî
Em hemû xwêney ’eşq bibînî
Çonit be ser hat her wat beser bê
Nwakey rohit wa bê sêber bê
Ax ewînî min
Ax ewînî min dildarî
Nezmî dunyaye ke toş gorawî
Yan terzey ’eşqe û bê goş kirawî
Ay yaran way yaran fîraq birîne
Mem bê murade lem xatuzîne
Mehzûnî dawî em perîxanem
Dîlêkî yadêkî em çawe cwanem
Be towe cwan bû ’umrî lawî min
Bo kam la royî ey hetawî min
Ax le to way le to toy birînî min
Toy gul û dirkî baxî jînî min