Giriftar û esîre dil be şertî zulfî dawdawî
Suheyl û muşterî û zuhre fîday xemzekey çawî
Çi texsîrî le min rûyda be xezeb lêm ke torawî
Etoy şehdî be şîrînim ezîzim şekerî xawî
Witim rohî rewanim toy we ya bem terze xulqawî
Birîndare dilim qurban be nêzey zulfî şehmarit
Wekû bulbul denalêm lebo em xunçey zarit
Lewey xoştir nîye qurban ke her dem yar bê xemxiwarit
Gyane şerit bê heta mawim minim yarî wefadarit
Were le’lî lebit maç kem leser em şerte ger mabî
Werin yaran temaşa ken ke yarim çawî heldênê
Be yek lehze bebê şik rohî namênê
Wekû awêney safe seraser rûy ke denwênê