’ezapoşekan ba bên û be dyar momekanî xerîbîyewe dersî ’îşq lelay hezretî mehwî bixiwênin
Hey bên û yaqûtekanî xoşewîstî bixeyne ber baranî xewne nêzgizîyekan
Bên û gulêk le berokî pakîzeyî estêran bideyn
Pêkewe biçînewe nêw lezet û tamezrobûn
Hey bên û baxçekan pir keyn le nûrî pakî ’îşq û leberdem gulalekanî mehwîya şerabêk bo ewîn bixoynewe
Goranîyek bo xerîbî bilêyn
Le rojê heldira em kone xeymey tan û po şîne
Le sayeyda şerabî bezmî ’uşret girye coşîne
Debînî cêyek emro bezmî ’eyş û bade noşîne
Sibeynê zû zemane wez’î gorîwe, le no şîne
Le kê pirsim dilî bo pir le xwênî hesrete yaqût?
’ezapoşî çye û kêye, cilî pîroze bo şîne!
Beharêkî ke daxo bê, neyê, hey bên û şînê keyn
Felek her şîne, sehra şîne, kêw û lêwî co şîne
Le seyrî xestexaney ’îşq ewî sewzey ke wa şîne
Le ser her xeste dê xwêndin yasîne, ya şîne
Şehîdî xemzeye be’zê, seqîmî ’îşweye cem’ê
Dyare, serniwîştî ehlî dil ya sîne ya şîne
Le seyrî xestexaney ’îşq ewî sewzey ke wa şîne
Le ser her xeste dê xwêndin yasîne, ya şîne
Be ser dil da le qapî feyzewe dê neş’e pey der pey
Çi xemzey dîde mexmûrêke em şew kun deka sîne
Le seyrî xestexaney ’îşq ewî sewzey ke wa şîne
Le ser her xeste dê xwêndin yasîne, ya şîne
Henasem da be nale ’erzî halî kem ke tasawe
Le xwênawî dil û cergim derûnim keyle ta sîne