Azad Xanaqînî

Werze Alekanî Adem

Bi dengê: Azad Xanaqînî
Diyalekt: Soranî
247
Hemû şitekanyan pêye êwe nebê
Pûzewaney bê qaç û çawezarî şikawî ser dergay fîrdewsekanyan bar kirduwe
Lewêwe le wilatî byabanewe dênewe dênewe dênewe dênewe êweyan legelda nîn ax

Be nawî êwewe memleketêk le jêr limda
Mîrinşînêkî bê mîr û bebê rayen*???
Wilatêkî bê ala û sirûdî nîştimanî a lewêda lew sehrayeda*???

Qaflekanî lewêwe le memleketî limewe bo êrey bê agir û êrey bê baran dênewe
Qaflekan qaflekan
Pirn le mê’rac û fanûs û darî ’ûd
Pirn le nuqil û mêwjî şewe pîrozekanî êre

Şewanî beratî êwe nebê gela yadekanyan bar kirduwe
Nûze û heniskî êwe nebê hemû tablokanyan helgirtuwe
Portirêtî rûy melûlî êwe nebê

Qaflekan qaflekan
Hênde bê mirwetin ke dênewe
Gerimtirîn hewalî dinyayan pêye
Dwaxeberî mal’awayî êwe nebê

Êwe ke geyştine ewê hêştake bonî reyhane û bonî mêxektan lê dehat
Êwe ke geyştine ewê byaban be hawarekanî xoy wit
Serincê lem gule hesretyane biden delêy taze le naw beheştewe hatûn
Ke geyştin goranîtan bîr çûbuwewe
Be naw dirzekanî zemînda be çiray huznewe
Bo qumê xoşewîstî
Bo çingê hewrî sebûrî degeran

*???= ew wişaneman bo sax nebuwetewe, tikaye eger deyzanin bomanî binûsin
Sipas