Pîr ebim û
Hêndey pişîleyekî lawazim emênêtewe
Le şeqamêkî şiloqa, goçanekem lê ekewê
To dêy, be mîhrêkî xemgînewe 
Bom hel’egrîtewe, kesekem
Pîr ebît û
Hêndey mamzêkit emênêtewe
Be tenîştima guzer ekey 
Be bonî 'mîsk'da etnasmewe, kesekem
Pîr ebim û
Çawîlkekem telx û reş reş;
Rûn û sipî 
Sipî sipî to ebînmewe, kesekem
Pîr ebît û
Çawîlkeket rengî awî lê eçorê
Leber dem malî xotana koteredarêk ebînî 
Minim, dergatan ekûtim, kesekem
Pîr û sergerdan ebim û
Xeware be nawekey xom
Belam ke awingî dengit
Ebarête ser pelkegyay laremlî na’umêdîym
Girugalî ser bêşkeşim bîr dêtewe, kesekem
Pîr ebît û 
Herçî pepûley reng heye de’alêne kiraseket 
Payîzanîş pê binêyte her baxêkewe
Dirext, te’zêy kostikewteyî xoy eşkênê, kesekem
Pîr ebim û 
Pêlawekanim take û tak ekeme pêm
Şî’ir be têkelupêkelî exwênmewe
Take şitê lêm têk neçê
Kolane tengeberekanî firmêske, kesekem
Pîr ebît û 
Be selîqewe, çinînî gulêk serqalit eka
Gulêk, waq wirmaw be temaşakirdinî pencekanit, kesekem
Pîr ebim û 
Nexoşîy wek mêrûle serim tê’eka
Dûkelî wirêne binmîçî jûrim swax eda
Çawî pencerekem ekzênêtewe, kesekem
Pîr ebît û jûreket
Mêrguzar
Pêxefit reşerêhane
Pencereket kirîstal, kesekem
Pîr ebîn û 
Min, serim kerû egrê û to peşmek
Min çawim tem egrê û to tirîfe
Dilîşman
Ay dilman
Çore çor hengiwînî lê etkê, kesekem