Minim jeneralî payîz
Minî hergîz oqrenedîw
Jeneralim jeneralî hezareha darî rût û 
Milyareha gelay werîw
 
Minim jeneralî payîz
Kaskêtekey serim hewre û
Estêrekanî serşanim çend gelayek
Be rengî zîw
Paltoy berim kizebaye û 
Şimşêrekem liqî dirextêkî rizîw
 
Minim jeneralî payîz
Dirextî rût em naznawey xelat kirdim
Minîş naznawî şehîdim da be gelay helweryû
Kirdime azîzim
Le yek sata xom korpey gelarêzan û 
Her xoşim bawkî payîzim
 
Minim jeneralî payîz
Xwênêkî zerd be nêw demarma egerê û 
Çawim her wek hewr nimnak
Tenya min bûm ke le tabûtî şûşeda
Çendîn gelam sipard be xak
 
Minim jeneralî payîz
Min bûm legel ziryanî bîrçûneweda
Kewtime ceng û zor gelam derhêna le çing
Min bûm şewî gelakanim
Xiste jêr balî tirîfe û wirşey gizing
 
Minim jeneralî payîz
Payîz be bê min hetîwe û 
Min bûm witim belê termî nisêy sewze
Gelay werîwî koçkirdû
Tenya minim ke le mîhrabî payîza
Bo gyanî zîndûy gelakan
Nwêjî şehîd da’ebestim
Nawî nanêm nwêjî mirdû