Celal Seîd Mehmud Mihemed

Ho Leylî û Lêwit Xwênî Geşî Mine

Bi dengê: Celal Seîd û Mehmud Mihemed
Diyalekt: Soranî
400
Çaw estêrey seherî ho leylî
Le derdim bêxeberî ho leylî
Êste lêm buwe be naşî ho leylî
Delê birader kwênderî ho leylî
Ho leylî leylî leylî leylî
Çaw estêrey seherî seherî
Le derdî min bêxeberî ho leylî

Qilpeqlipî qurgî şûşe soz û hawarî mine
Rengî alit bêne ber çaw çawî bîmarî mine
- em soz û renget bo mine û kes deng nekat
Xêre yan şer qaylim pêy kes beşî xoy tê nexat
Cwanî meygêr pir ke pyale qet yek û dûy lê meke
Xest û xol gir le kol çorê awî tê meke

Çaw estêrey seherî ho leylî
Le derdim bêxeberî ho leylî
Leser bejin û balaket ho leylî
Tûşim bû derbederî ho leylî
Ha leylî leylî leylî leylî
Emin mecnûn û to leylî kiçê to leylî
Derheq be min bêmeylî bo bêmeylî

Daway şî’rêkî sewzim lê dekey
Behar le qurgî min bêberîye
Seyrî serî maş û birincim ke
Defterêkî pir kwêrewerîye

Nexoş û dilpeşêwim ho leylî
Birwane barî lêwim ho leylî
Leser balay berzî to ho leylî
Awarey kej û kêwim ho leylî
Ho leylî leylî leylî leylî
Çaw estêrey seherî seherî
Le derdim bêxeberî ho leylî

Lêwit xwênî geşî mine xalit bextî reşî mine
Giriftarî zulifit bûm kiçê eweş bext û beşî mine
Giriftarî zulifit bûm eweş bext û beşî mine

Erê nazdarey male bawan şêtit kirdim be çawan
Ew ’îşqe yezdanîye boçî deykey be tawan
Hetakû mêrmindal bûy korpey dilim delawan
Şilêrim pê rewaye ta degate dû’awan

Delên kejal torawe kiçê be kes aşt nabêtewe
Kejal çuwe bo sefer dû’am bo biken bêtewe
Temenna le xuda dekem legelim aşt bêtewe
Lêwit xwênî geşî mine xalit bextî reşî mine
Giriftarî zulifit bûm kiçê eweş bext û beşî mine
Giriftarî zulifit bûm eweş bext û beşî mine

Erê wey deway derdim kejalî agat le halim nîye
Bejinit darî ’enabe perçemit şengebîye
Qewlêkî rastim deye namewê malî dinya
Lêwit xwênî geşme xalit bextî reşme
Qezat le rohî rewanim eweyş bext û beşme
Qezat le rohî rewanim eweyş çare reşme

Leber derkî reşmalan kiçê debînim çawkejalan
Leber derkî reşmalan debînim çawkejalan
Dilan deben be talan dena kas deken kur û kalan
Dilan deben be talan kas deken kur û kalan
Lêwit xwênî geşî mine xalit bextî reşî mine
Giriftarî zulifit bûm eweş bext û beşî mine