Nasir Rezazî

Meqam û Strana Mero Mero Esmer Mero

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
317
Girya gulê bo gulaw ser agir nirya
Em bon û berameyem nebûba birya
Nirxî huner û cwanîye deyba gerdûn
Kê pêkenî carêkî hezar car girya

Ew roje xuda sanî gyanî rana
Deyzanî be kirdewem xudaye û zana
Her xoyetî daynawe hele û serpêçîm
Sûtanî cehennemî leber çî dana

Goya le cehendemin ewîndar û mest
Bem wateye pêkenîm û gustî xom gest
Cêy çen kerî kulkine eger wa bê beheşt
Yan çol û byaban û kipe wek lepî dest

Gyane hatûme cîhan çim be çi kird?
Têgey hîç
Her binc û binewanî cîhan derxey
Hîç
Rûnakîderim şemim ke fûm lê key
Hîç
Neynûkî desî cemim le berdim dey
Hîç

Mero mero esmer mero mero bimdiwêne

Mero mero esmer mero bimêne mero
Deda le gonat bawanim germay nîwero

Mero mero esmer mero mero bimdiwêne
Şêtî ew çawe cwanetim dilim meşkêne

Dîsan helyan da bawanim sêdare bo min
Yarim deyfermû ey hawar bîbexşin be min
Mero mero esmer mero mero bimdiwêne
Şêtî ew çawe cwanetim dilim meşkêne

Honrawey meqam: hejar (çwarînekanî xeyyam)