Şoriş Mehmûdî

Çawreş

Bi dengê: Şoriş Mehmûdî
Album: Mêxekbend
Diyalekt: Soranî
225
Delêm birom lew şare cê bêlim ew dyare
Be bê to çon bisrewê ew dile derdedare
Her kes be dil ’aşiq bê wekû min koleware

Tuxuda cwanî bê wêne tawêk serit helêne
Şêt û şeyday balay tom carêkî bimdiwêne
Şûşey dilî bêgerdim zor naske meyşkêne

Swêndê dexom be çawit çawî surme kêşawit
Sed car be rewtî cwanî û qed û balay lewlawit
Taze rizgarîm naye le bestey zulfî xawit

Tuxudakey memke lome ’umrêke dil besome
Bendî ’eşq û ewînit her be dil le estome
Eger derya û baran bim hêşta her tunîy tome

Cwanî dewre û zemane dinya be towe cwane
Bê to û subih û nîwerom her wek bangî şêwane
Şûşey ’umrîşim bişkê naşkênim ew peymane
Oxey oxey çawreşim bê to xem buwete beşim
’aşiqî bejin û balatim carêk were baweşim

Nazdarey nazenînim taqaney xwênşîrînim
Serim bê be sergerdit sermayey ’umir û jînim
Sed bêstûnit bo dekem ger to bî be şîrînim
Oxey oxey çawreşim bê to xem buwete beşim
’aşiqî bejin û balatim carêk were baweşim