Le şêx û wa’îz û sofî lemewla min kenar egirim
Pyaley mey be yadî dîdey mestî nîgar egirim
Le şewqî bejin û balay toye ey şoxî perî peyker
Le baxa cê le sayey ’er’er û seru û çinar egirim
Ax hezar cewr û cefam derheq bika min her elêm
Xwaye minale dilreqe xoy çak ebê bes to lêmî nesênî
Muheqiq*??? diroye elên dil awêneye bo dil
Ke min rû le tom û to be daym rû le exyarî
Ax aman ey aman aman...
Ca çon wa debê debê şertî dildarî
To le ’eyş û noş ezîzekem min le xembarî
Baran baran baran baran nim nim termî kird
Ew kiçe lew male minale le dîn dermî kird
To carê nayey bipirsî halim
Ta key be cewrî ezîzekem towe binalim
Baran baran baran baran nim nim termî kird
Ew kiçe lew male minale le dîn dermî kird
Xom be xomim elêm yaran min çîm kird
Boç rewtî gencîm ezîzekem wek pîr beser kird
Baran baran baran baran nim nim termî kird
Ew kiçe lew male minale le dîn dermî kird
*???= ew beşeman bo sax nebotewe tikaye eger deyzanin le beşî 'raportî hele' bomanî binûsin.
Zor sipas