Êwareye û hêdî hêdî
Zerdeperî xorî mandûm awa ebê
Lutkey berzî xem daçora
Nuqmî bizey lêwî wişkî nîga ebê
Êwareye û agam lêye
Direxte balaberzekan
Çeqî rêgeyan girtuwe bo bînînman be peroşin
Gelay zerdî bênazkewtûy ser şostekan
Cê pêy hengawî caranman da’epoşin
Ke êwaran rûy tenyayî le cadekanî şar enêm
Dilnya be
Dilnya be
Be tenha bo to egerêm
Wird erwanim tîşkî serinc ehawêjim be hêmnî
Axir çî bikem!?
Kwê bigerêm!?
To her winî
To nek derya
Uqyanûsêkî bê binî
Ke êwaran rûy tenyayî le cadekanî şar enêm
Dilnya be
Dilnya be
Be tenha bo to egerêm