Heyran derê ewsarîş nemirdîn newrozî kurdanman kirdewe
Agirî newroz helkira le her çwar parçewe
Alay kurdistan berze be asmanewe
Pêşmerge kawe’asa demanparêzê le zuhakewe
Mizgênî da be sirwe bay beharî
Wa hatewe newrozî kurdewarî
Be tîşke têk şika supay kirêwe
Hewarî roj geyşte xakelêwe
Ferman dira be sewze ser helênê
Çîdî le bendî xakî reş nemênê
Wa kîj û lawîş deçne der le dêwe
Le rêwe têkdegen jwange kêwe
Şadin be yek mel û gul û dil û dil
Be yek degen le bin dewen leser çil
Her min le dûrî to hejar û damaw
Derwanme rêgeket be çawî pir aw
Beş heta leşim le towe dûre
Henîsk û helmijînî eşkî sûre
Xişlî gulan bejin nemamî çawkal
Were derimxe lew jyanî wa tal
Min bulbulim le naleda bezandin
Germ û gurîy dilim, dilî tezandin
Bimgeye xo binwêne dil bistêne
Bazarî germî nazî gul bişkêne
Honrawe: hejar