Nasir Rezazî

Êwareye Helgire Sa Gozeyî Taze

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
479
Êwareye wa helgire sa gozeyî taze
Rêy kanî ewa, muntezîrî cîlweyî naze
Ber dergeketan qîbleyî rûy ehlî niyaze
Êwareye wa helgire sa gozeyî taze

Ser cade mueter ke be boy xunçe û mêxek
Bew lenceyewe beste bilêt wirşeyî xamek
Harey kemere û pilpile û gware û kirmek
Êwareye wa helgire sa gozeyî taze

Çen ciwanî berew mexrîb eçî zerde eda lêt
Pirşinigî xişil ebleq eka dewruberî rêt
Rojî demî kel hazire bo pêşkeşî ber pêt
Êwareye wa helgire sa gozeyî taze

Êwareye wa derkewe sa ciwane kiçî dê
Ey wêrdî qise û besteyî gişt kuregelî ser rê
Sûtawî ciwanîtin hemû kêyî kurî kê
Êwareye wa helgire sa gozeyî taze

Wek swêske biro, aske nîgay çawî reş û mest
Pir îşwe biçerxêne, îtir hîç mebe derbest
Çen mal ermî, çen şil ebê hêzî dil û dest
Êwareye wa helgire sa gozeyî taze

Wextê ke ekey çeşnî nesîm lence berew mal
Egrîcey ter pexşe leser kulm û xet û xal
Şeryane şemal, pence leser rengî reş û al
Êwareye wa helgire sa gozeyî taze